Kovara Nijeryayî, Erdogan kesayetiyê Islamî yê salê hilbijart

Kovara Muslim News Nigeria Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan wekî Kesayetiyê Islamî yê sala 2019an hilbijart

K24 – Navenda Nûçeyan

Kovara Muslim News Nigeria Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan wekî Kesayetiyê Islamî yê sala 2019an hilbijart.

Birêvebirê kovarê raşid Ebûbekir diyarkir, ku Erdogan jiber karîzma ya xwe ya Islamî, wekî Islamiyê sala 2019an hatiye hilbijartin.

Rêza Duyemîn Serokwezîrê Malezya Mahathir Mihemed, Rêza Sêyemîn Endama Kongresa Amerika bi rêgez Somalî Ilhan Omar, Rêza Çaremîn Serokomarê Gambîa Adama Barrow û Rêza Pêncemîn Lîstikvanê Futbolê yê Tirk Mesûd Ozil girt.

Kovara Muslim News Nigeria, mehê 2 caran tê weşandin.

 

 

 

C.B