Desteya Serokatî ya ENKS, ligel Jeffrey civiya
Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ligel Şanderê Taybet ê Amerîka bo pirsa Sûriyê James Jeffrey li Stenbolê civiyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ligel Şanderê Taybet ê Amerîka bo pirsa Sûriyê James Jeffrey li Stenbolê civiyan.
Endamê Desteya Serokatiya ENKS N'imet Dawud ji Kurdistan24 re ragihand, di civînê de wan nerîna ENKS û kiryarên, ku grûpên çekdar li Efrînê heta Serêkaniyê di derheqa gelê Kurd de dikin, herweha metirsiyên ENKS ji guhertinên demografî gihandin e Şanderê Amerîkî û piştgîriya mafên Kurdan li Sûriyê û yekrêzîya aliyên Kurdî li rojavayê Kurdistanê behis kirin e.
Tekez kir, ku Amerîka dê alîkar be di pirsa yekrêzîya aliyên Kurdî de.
Got jî, James Jeffrey piştgîriya hebûna ENKS di nava Opozisyonê de kiriye.
C.B