Wezîra Dadê: Ti çare ji bilî vegerandina çekdarên Fransî nîn e

Wezîra Dadê ya Fransayê radigihîne, ti çare ji bilî veguhastina çekdarên DAIŞê yên Fransî ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Fransayê nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Dadê ya Fransayê radigihîne, ti çare ji bilî veguhastina çekdarên DAIŞê yên Fransî ji bakurê rojhilatê Sûriyê bo Fransayê nîn e.

Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Pelopi di hevpeyvînekê bi rojnameya “liberation” re ragihand, heta berî pêşhatên dawiyê, ew bi egera avakirina dadgeheke navdewletî ji çekdarên DAIŞê yên biyanî yên welatên wan red dikin wan werbigirin re li Iraqê bûn.

Nicole Pelopi diyar kir, lê niha ew dibînin ku karînên dadgehkirina wan çekdaran li cihê hatine girtin nîn e û ti çareseriyê ji vê pirsê re ji bilî vegerandina wan bo Fransayê nîn e.

Tekez kir jî, her çekdarekî terorist vegere Fransayê dê bê dadgehkirin.

Wezîra Dadê ya Fransayê ragihand jî, nayê qebûlkirin zarokên çekdarên DAIŞê yên biçûk li kampên Kurdan girtî bimînin. Lê diyar kir jî, hin pirsên yasayî bo vegerandina wan zarokan hene, divê bêne kirin û divê razemendiya bavên wan jî were birin.

Li hemberê jî, heta niha Hikûmeta Fransayê qayil nabe, zarokên çekdarên DAIŞê vegerin Fransayê, heta lêkolîn li ser her zarokekî bi tena xwe neyê kirin.

Fransa di meha Hezîrana bûrî de 12 zarokên DAIŞê yên sêwî vegerandibûn welatê xwe.

Li gor Rêveberiya Xweser, zêdetirî 10 hezar DAIŞî û bi deh hezaran malbatên wan ku ji 50 welatan in li deverên wan in, ev dosyayeke pir xeternak e û ji wan re barekî giran e û pêwîst e bi hevkariya navdewletî dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê ji wan çekdaran bê avakirin.

 

S. B