Welatiyên Heskîfê: Warê bîranînên me ji me distînin
Welatiyên ku di Heskîfê de mane li ber xwe didin ku jiyana xwe bidomînin.
K24 – Diyarbekir
Bajarê dîrokî Heskîf ji ber çêkirina Bendavê tê valakirin û di bajarê ku serjimêriya wê 5 hezar bû de niha tenê 5 malbat mane û çarenusa wan nediyar e. Esnafên bajêr jî amaje dikin ku ew bê xwedî mane û nizanin dê çi were serê wan.
Bajarê dîrokî û navdar Heskîf ku dîroka wê heta 12 hezar salan jî diçe heta sala 2019an jî bênavber bajarekî zindî bû. Lê di demen dawînde ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê bajêr hat valakirin ku ew bajarê serjimariya wê 5 hezar bû niha buye bajareke vala û mirî. Di bajêr de tenê 5 malbat û esnaf mane. Yek ji wan esnafan jî Şivan Elî ye ku dibêje demekê bi xêra geşt û guzariyê hem kare wan gelek baş bû hem jî bajarê wan rengîn û zindî bû lê rewşa bere nema ye.
Esnafê Heskîfê Şivan Elî ji K24ê re got: "Esnaftî êdî li vê derê zehf pirsgirêk e. Li vê derê geşt û guzarî jî mir. Ti kesî nedixwest ku ji cihê xwe derbikevê. Vaye hûn Eskîfa me dibinin. Dîrokek wisa kevin wek ku bombe lê bibiarin ruxiya. Ne keyfa me ma, ne jî hevaltî ma.hevalên me hemu belav bûn. Li bajarê nû de jî ew derfetên ku li vir hebûn nînin."
Beriya ku Heskîf were valakirin 5 hezar welatî di Heskîfê de dijiyan, lê niha di heskîfê de êdî nişane û tevgerên jiyana rojane nemane. Tenê 5 malbat di Heskîfê de mane û li ber xwe didin ku jiyana xwe bidomînin lê dile wan şikestî ye û amaje dikin ku çarenivîsa wan ne diyar e.
Welatî Gulê Îdak dibêje: "Rewşa me ne baş e. Em li Heskîfê hatin dine û liv ê derê mezin bûn. Xelk hem uçun em man tenê. Wexta av jî bigihê me. Em şepirze bune. Bajar jî vala bûye. Îca em ê çi bikin. Em ê biçin kuderê. Ji me nayê em xanî jî kire bikin. Keça min nexweş e. Ez her meh dibim Diyarbekir. Xaniyê me wexta biruxê. Lingê me di zikê me de ye."
Welatî Wehît Îrîdîl: "Berê heyata me xweş bû. Em ji heyata xwe memnun bûn. Niha Heskîfê xirap dikin. Av jî digihîjê me. Em liv an deran perişan bûne."
Piştî ku Heskîf hate valakirin piraniya welatiyên Heskîfê derbasî Heskîfa nû bûn ku di hemberî Heskîfa resen bajarek nû hatiye avakirin û 760 xaniyên nû hatin çêkirin, lê ji berk u bo hemu welatiyan xanî nehat dabînkirin beşek ji welatiyên Heskîfê di bajarê hatî valakirin de li benda qedera xwe ne.