Nêçîrvan Barzanî: Hêj dema wê yekê nehatîye ku hêzên hevpeymanan ji Îraqê vekşin
Nêçîrvan Barzanî radgehîne, hêj dema wê yekê nehatîye ku hêzên hevpeymanan ji Îraqê vekşin.
K24- Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî radgehîne, hêj dema wê yekê nehatîye ku hêzên hevpeymanan ji Îraqê vekşin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Bîld ya Elmanî behsa rewşa sîyasîya Herêma Kurdistanê û Îraqê kir û ragehand, Hêj zûye hêzên hevpeymanan ji Îraqê derkevin.
Serokê Herêma Kurdistanê gotîye jî, jibo ewlekarîya Îraqê ew di nav xebateke mezin de ne û hêj ewlekarî li Îraqê berceste nebûye ku hêzên hevpeymanan xwe ji Îraqê vekşînin.
Nêçîrvan Barzanî bi wê rojnameya Elmanî re gotîye jî, ew naxwazn Îraq bi rêyek şaş re biçe û ji nû ve ewlekarîya wê xirabtir bibe, ew dixwazin aştî û aramî li Îraqê were akincî be.