Hêrişeka dî ya mûşekî hat kirin bo ser bingeheka serbazî ya Emerîkayê li Îraqê
Şaneya ragehandina ewlekarîyê li Îraqê ragehand, bi mûşekan hêriş hatîye kirin bo ser bingeha serbazî ya Beled li sinûrê parêzgeha Selahedîn û di encam de efserek û 3 serbaz birîndar bûn.
K24- Hewlêr
Şaneya ragehandina ewlekarîyê li Îraqê ragehand, bi mûşekan hêriş hatîye kirin bo ser bingeha serbazî ya Beled li sinûrê parêzgeha Selahedîn û di encam de efserek û 3 serbaz birîndar bûn.
Di beyanname ya şane ya navhatî şakera kirîye, ku ew hêriş bi rê ya sê mûşekên Katyoşa hatîye encamdan û bi sedema wê hêrişê jî efserek û 3 serbaz birîndar bûne.
Li gor ajansa Royterz jî, ew bineg bi 8 mûşek arasteya wê bingehê hatîne kirin.
Li bingeha serbazî ya asmanî ya Beled hejmareka teknîkarên Emerîkî hene ku erkên wan li wê bingehê pêşkeşkirina xizmetguzarîyê ye bi firokeyên F16 yên Îraqê.