Zelalkirinek ji gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê
Gotebêjî hikumata Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di zelalkirinekê de, red dike hikumeta Herêma Kurdistanê pêşdem haydarê wê hêrişa mûşekîya Komara Îsalmî ya Îranê be ku di dema berê hatîye encamdan bo ser baregehên Hizba Demokrat li sinûrê bajarokê Koye.
K24- Hewlêr
Gotebêjî hikumata Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di zelalkirinekê de, red dike hikumeta Herêma Kurdistanê pêşdem haydarê wê hêrişa mûşekîya Komara Îsalmî ya Îranê be ku di dema berê hatîye encamdan bo ser baregehên Hizba Demokrat li sinûrê bajarokê Koye.
Di zelalkirinê de hatîye, di van rojan de, nûçegehanê pişka Farisî ya kenal a BBC, amaje bi wê yekê kirîye, ku Hewlêr pêşdem haydarê hêrişa mûşekîya Îranê ya sala 2018yê bûye bo ser pêgehên partîyên Kurdî yên opizisyonên Îranê. Ev nûçe dûre ji rastîyê û wê red dikin.
Roja Şembî, 8ê Îlona/2018 supayê pasdarên Komara Îslamî ya Îranê, 10 mûşekên dûrhavêj arasteya baregehên Hizba Demokrat kirin li sinûrê bajarokê Koye.
Ew mûşekbaran hevdem bû li gel dema civîna Pilînyoma Hizba Demokrata Kurdistanê, ku şeş mehan carekê ewê Hizbê encam dida û armanc ji wê yekê jî xwe amadekirin bû bo encamdana Kongireyê.
Ji encama wê burdûmanê nêzîkî 15 kadir û serkirdeyên Hizba Demokrat canê xwe ji dest dane û nêzîkî 40 kesan jî birîndar bûn.
Her di wê rojê de, hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir û têde ragehand, baregahên Hizba Demokrata Kurdistan- Îran (HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) li qezaya Koye ji alîy komara Îsalmî ya Îranê ve hatin bomebebarankirin ku di encam de, çend kesan canê xwe ji dest da û hejmarek jî birîndar bûn. Tevî şermezarkirina evê bombebaranê tekez li ser nerazîbûna xwe dikin ji bikaranîna axa Herêma Kurdistanê bo hêrişkirine ser welatên cîran ku bi ti awayekê nahêt qebûkirin û dibe sedema têkdana aramî û akincîya Herêma Kurdistanê. Lew daxwaz dikîn dûbere nebe, rêz li yasayên Herêma Kurdistnaê bihêt girtin û herêm nebe qada yekalîkirina milmilanêyan.
