Moleta dirustkirina Konsolxaneya Çînê li Hewlêrê hat îmzekirin
Li dîwana Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ya Herêma Kurdistanê, moleta avakirina avahiya Konsolxaneya Çînê hat îmzekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li dîwana Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ya Herêma Kurdistanê, moleta avakirina avahiya Konsolxaneya Çînê hat îmzekirin.
Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, li Li dîwana Wezareta Şaredarî û Geştûguzar û bi amadebûna Konsolê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Nê Rojî û Serokê Şaredariya Hewlêrê. Moleta avakirina Konsolxaneya Çînê li Hewlêrê hat îmzekirin.
Diyar kir jî, zevî bo avahiya Konsolxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê pêştir di 31ê Cotmeha 2018an de li ser riya Pîrmamê hatibû terxankirin, piştî îmzekirina moleta avakirinê, dest bi avakirin û bicihkirina tevahiya karên wê tên kirin.
S. B