Hêzên Rûsî li Eborasên ketin navbera grûpên çekdar û rêjîma Sûriyê
Rûsyayê hêzên xwe li bajarokê Eborasên ê li gundewarê Hesekê di navbera grûpên çekdar û hêzên rêjîma Sûriyê de belav kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsyayê hêzên xwe li bajarokê Eborasên ê li gundewarê Hesekê di navbera grûpên çekdar û hêzên rêjîma Sûriyê de belav kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Rûsyayê xalên xwe li bajarokê Eborasên danîn û ala xwe jî li ser bilind kir.
Bi vê yekê, Rûsyayê hêzên xwe xiste ser hêla di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û hêzên rêjîma Sûriyê de.
Bajarokê Eborasên 30 K.M li rojhilatê Serê Kaniyê ye û di demên bûrî de, bajarokê Eborasên gelek caran ji aliyê grûpên çekdar ve rastî êrîşan dihat. Bi rêkeftina bi HSDê re jî, rêjîma hêzên parastina sînor lê belav kirine.
Ji ber rewşa ne cîgir a Eborasên, ku grûpên çekdar gihîştina aliyê rojhilat ê wî bajarî, di demên dawiyê de hêzên Rûsî û Tirkî çendîn gerên çavdêriyê li wê navçeyê encam dan.
S. B