Perlemana Kurdistanê deng li ser projeyasaya çaksaziyê dide
Perlemana Kurdistanê xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê re kir û biryar e roja Pêşncşemê 16 Çile wê projeyasayê bixe ber dengdanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Perlemana Kurdistanê xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê re kir û biryar e roja Pêşncşemê 16 Çile wê projeyasayê bixe ber dengdanê.
Peyamnêrê K24 da zanîn, civîna Perlemana Kurdistanê heta ber destê vê sibê berdewam bû û xwendina duyem ji tevahiya madeyên projeyasaya çaksaziyê hate kirin û biryar e roja Pêşncşemê Perleman bicive û wê projeyasayê bixe ber dengdanê.
Malpera fermî ya Perlemana Kurdistanê jî ragihand, piştî temambûna guftûgoyên xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê di xaneşîn, mûçe, dermale, bexşîn û destkeftên din de, Seroka Perlemanê Komîteya Yasayî û komîteyên pêwendîdar raspartin, îro sibê bi amadebûna nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin, ji bo puxtekirina pêşniyaz û têbîniyên perlemanteran yên derbarê birgeyên projeyê de û raporta dawiyê bo encamdana rêkarên yasayî amade bikin.
Seroka Perlemanê ragihand, roja Pêncşemê demjimêr 11:00 rûniştina Perlemana Kurdistanê ji bo dengdanê li ser projeyasaya çaksaziyê birêve diçe.
S. B