Li Efrînê 4 kes û zarokekî ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 3 kes, jinek û zarokek ji Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 3 kes, jinek û zarokek ji Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar Ehrar El Şerqiye roja 12ê vê mehê jineke Kurd bi navê Emel Mihemed Mustefa û Aryan Xelîl ji gundê Merekê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Ji aliyekî din ve, çalakvanên Efrînê ji K24ê re dan zanîn, grûpeke çekdar ji pêr ve zarokê 14 salî Qadir Zilfo revandine û heta niha sedema revandina wî nayê zanîn.

Çalakvanan amaje bi wê dan, roja 12ê vê mehê grûpa Emşat 2 birayên bi navê Welat û Idrîs Hec Elî Ebo ji gundê Kaxurê revandin û birina girtîgeha Şiyê.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, heta niha bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê çekdaran ve têne revandin.

 

S. B