Malbateke Amûdê di deryaya Egeyê de xeniqî

Payamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, malbatek ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ku hewl dida xwe bigihîne Ewropa di deryaya Egeyê de xeniqî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Payamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, malbatek ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ku hewl dida xwe bigihîne Ewropa di deryaya Egeyê de xeniqî.

Dapîra qurbaniyan ji K24ê re got, ku kurê wî û malbatê wî ve ji heyama nêzîkî 5 salan e li Tirikyê dijîn di dema ku hewil didan bighin Yunanê, lê 4 kes ji malbata wê di deryaya Egeyê de xeniqîn.

Diyar kir jî, ji ber nebûna karînan, kurê wê dixwast derkeve Almanyayê û çareseriya bijîşkî ji zarokeke xwe re bibîne, lê ew hat girtin û hevjîna wî û 3 zarokên wî jî di deryê de canê xwe jidest da.

Li beravên Yunanistanê di nav Deryaya Îyon de belema ku 50 penaber tê de bûn, binav bû. Li gor agahiyan termên 12 penaberan hatine dîtin û 21 penaber jî hatine rizgarkirin. Di nava wan malbateke ji Amûdê hebû û tê de.