Pêşmerge amade ye bo operasyona hevpişik dijî li Daişê
Endamê Komîteya Asayîş û Berevanîyê di Perlemana Îraqê de aşkera dike, mijûlbûna sûpa û hêzên ewlekarîyên Îraqê bi xwenîşandanan û alozîyên evê dawî bûye sedema wê yekê ku Daiş zêdetir xwe rêk bixe û liv û bizavên wan jî zêde bûye.
K24- Hewlêr

Nasir Herkî, endamê Komîteya Asayîş û Berevanîyê di Perlemana Îraqê de bi Kurdistan24 re ragehand: Wezareta Pêşmerge hemû amadekarîyek derbirîye, bo encamdana operasyonên hevpişik, lê supayê Îraqê amade nîye.