Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a serbazî ya Brîtanyayê çend pirsên ewlehiyê guftûgo kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a serbazî ya Brîtanyayê civiyan û behsa metrisiyên serîhildana DAIŞê û hevehengiya rêgirtina lê wê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a serbazî ya Brîtanyayê civiyan û behsa metrisiyên serîhildana DAIŞê û hevehengiya rêgirtina lê wê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê di civînekê bi şandeke bilind a serbazî ya Brîtanî bi serokatiya Mezin Şêwirmendê Serbazî yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Nûnerê Serokwezîrê Brîtanyayê General John Lorimer re û bi amadebûna Balyozê Brîtanya li Iraqê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Konsolê Brîtanya li Hewlêrê û hejmarek ji fermandarên Brîtanyayê, rewşa ewlehî, pêşhat û aloziyên vê dawiyê yên Iraqê hatin guftûgokirin.

Nirxandina tevgera vê dawiyê ya DAIŞê, bi taybet li navçeyên madeya 140, girîngî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna wê û rola Hevpeymaniya Navdewletî di wê derbarê de, kêmkirina aloziyan, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Brîtanyayê re, tewereke din civîna bû, ku tê de tekezî li berdewamiya hevkariya Brîtanya ji Iraq û Herêma Kurdistanê re hat kirin.

 

S. B