Nêçîrvan Barzanî û Şanderê Taybet ê Wezîrê Derve yê Almanya rewşa Iraqê guftûgo dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15. 01. 2020an li Hewlêrê bi Şanderê Taybet ê Wezîrê Derve yê Almanya Philip Ackerman û şanda pê re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li helwest û hewlên Herêma Kurdistanê ji bo parastina ewlehî û aramiyê kir û ragihand, naxwazin Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêk û milmilaneyên hêzên herêmî û navdewletî. Herwiha spasiya hevkariyên serbazî û mirovî yên Almanya ji Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15. 01. 2020an li Hewlêrê bi Şanderê Taybet ê Wezîrê Derve yê Almanya Philip Ackerman û şanda pê re civiya.

Di civînê de, dawî bûyer û pêşhatên Iraqê, bandor, gef û metirsiyên serîhildana terorê, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û berdewamiya çareserkirina pirsgirêkên di  navbera wan de mane, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Almanya re, rola Hevpeymaniya Navdewletî di rûbirûbûna terorê û çend pirsên din hatin guftûgokirin.

 

S. B