Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmehê, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.
Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Cejna Cemayê li tevahiya xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim û hêvîdar im hemû rojên we bibin cejn, xêr û xweşî.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên xwişk û birayên Êzidî ye.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û bimînin di xweşiyan de.