Mesrûr Barzanî ji Kurdistan24ê re: Bi fermî ji me re nehatiye gotin para Kurdistanê di budceya Iraqê de çend e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Cotmeha 2026an, 7emîn Pêşangeha Teknolojiyê ya HITEXê li bajarê Hewlêrê vekir. Li perawîza pêşangehê, Serokwezîr bû mêvanê stûdyoya vekirî ya Kurdistan24ê û behsa çend mijarên girîng kir.

Deqa pirsên Kurdistan24ê û bersivên Serokwezîr:

Kurdistan24: Wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hesta we çawa ye ku pêşangeheke bi vî rengî mezin di warê teknolojiyê de hatiye vekirin ku me di vî warî de pêşveçûneke baş bidest xistiye?

Mesrûr Barzanî: Ez gelekî kêfxweş im ku em dibînin sal bi sal teknolojî li Herêma Kurdistanê bêtir tê bikaranîn û pêşketineke baş heye. Li ser asta navxweyî jî, kompanyayên Kurdistanê karîne hem dahênanan bikin hem jî teknolojiyeke pêşketîtir pêşkêşî welatiyan bikin. Ji gelek aliyan ve jî xebatên wan bi Hikûmeta Herêmê re hatine girêdan, da ku hikûmet jî karibe sûdê ji vê teknolojiyê wergire ji bo pêşkêşkirina xizmetên zêdetir ji bo welatiyan.

Kurdistan24: Hûn çiqas kêfxweş in bi wê yekê ku ciwanên me di warê teknolojiyê de ewqas pêş ketine ku digihin asta cîhanî?

Mesrûr Barzanî: Bi rastî ez pir pê kêfxweş im; bi taybetî ew ciwanên ku min dîtin, wan bi xwe dahênan kirine. Tenê hizirkirina li ser dahênanê bi serê xwe tiştekî pir dilxweşker e. Wan karên pir baş jî kirine û ev yek rê li ber wê yekê vedike ku ciwanên me li ser dahênanê bifikirin; bifikirin ku bi xwe tiştên nû çêbikin û di gihandin û pêşxistina civaka xwe de beşdar bin. Ev ji bo me destkefta herî mezin e. Ji ber ku bi rastî mezintirîn sermaye li Herêma Kurdistanê, ne çavkaniyên binerdî ne û ne jî tiştekî din e, belkî bi xwe mirov e. Bi taybetî ev ciwan ji bo miletê me û welatê me sermayeya herî mezin in. Kêfxweş im ku ew bi xwe xwedî wê bawerî û hestê ne ku dikarin li ser dahênanê û li ser beşdarbûna di pêşxistina welatê xwe de bifikirin. Ev cihê dilxweşiyê ye û em şanaziyê bi wan dikin.

Kurdistan24: Di pirsa budceyê de ku mijareke pir girîng e; hûn çi dikin da ku li şûna wan 13 trîlyonên hatiye destnîşankirin, ew 30 trîlyonên ku mafê Herêma Kurdistanê ye di para budceyê de were dabînkirin?

Mesrûr Barzanî: Em daxwaza mafê xwe dikin; me ji mafê xwe zêdetir tiştek nexwestiye. Li gorî destûrê û li gorî wê rêjeya ku para Herêma Kurdistanê di tevahiya budceya giştî ya Iraqê de ye, em daxwaza wê dikin. Li gorî wan serjimêriyên ku hatine kirin, Herêma Kurdistanê bêyî navçeyên têkel yan navçeyên dabirandî, tenê ew devera ku niha di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ye, li gorî serjimêriyê %14.14 e. Nexwe divê her budceyek ku ji bo Herêma Kurdistanê were terxankirin, ji tevahiya budceya giştî ya Iraqê li gorî vê rêjeyê be.

Ew reqema ku min dît an behsa wê tê kirin, bi rastî bi awayekî fermî me nebihîstiye ku heta niha biryarek li ser wê hatibe dayîn. Axaftin hene; her kesek ji aliyekî ve hewl dide da ku budceyê ji bo aliyekî din zêde bike, lê em li Herêma Kurdistanê daxwaza maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî xwe dikin; me daxwaza zêdetir nekiriye û em ê berdewam jî bin.

Em di nav gotûbêjan de ne; hem ligel cenabê Serokwezîr, hem ligel komîteya pêwendîdar a li parlamentoyê û hem jî ligel Wezareta Darayî. Şandên me jî berdewam di çûnûhatinê de ne ligel Bexdayê û gotûbêjên pêwîst jî hatine kirin, da ku em bikaribin şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî xwe dabîn bikin.