Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Paşvekişandin ji çaksaziyê nîn e
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di konferanseke rojnamevanî de ragihand, tevî astengiyên tên pêş projeyaysaya çaksaziyê, projeyaysaya çaksaziyê tê encamdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di konferanseke rojnamevanî de ragihand, tevî astengiyên tên pêş projeyasaya çaksaziyê, projeyasaya çaksaziyê tê encamdan.
Cotyar Adil ronî kir jî, di çend rojên bûrî de hin kesan hewldan giringiya projeyasayê kêm bikin, an jî ji rê derbixin ku ew bixwe zerer nebînin û ew yasa dernekeve, lê me wek hikûmet paş de gav neavêjin.
Herwaha diyar kir: ‘’Armanca me ne ew e, tenê pereyan ji bo xezîneya giştî wegerînin, ji ber em dixwazin dadperwerî bidest bicîh bikin.’’
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand, Hikûmet hewl dide lîsteya mûçeyên Pêşmerge, şehîd û malbatên şehîdan û girtiyên siyasî ji kesên ne şayiste ne, tên cudakirin.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebahî jî diyar kir, Hikûmet di heyama 60 rojî de, projeyasaya çaksaziyê ji piştî pesendkirina li Perlemanê bicih dike.
Projeyasaya çaksaziyê, ji bo çaksaziya di pirsên xaneşîn, mûçe, dermale û destkeftên din ên di karnemaya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê de ne.
Projeyasaya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Parlemana Kurdistanê xwendina duyem jê re hatiye kirin û biryar e îro jî bikeve ber dengdanê û bê pesendkirin.
S. B