Di encama teqînekê de li Girêspî, 10 kes hatin kuştin û sê ji wan serbazên Tirkiyê ne

Di encama teqînekê de li başurê Girêspî, 10 kes hatin kuştin, ku di nav wan de Sê serbazên Tirkî jî, hene

K24- Hewlêr

Di encama teqînekê de li başurê Girêspî, 10 kes hatin kuştin, ku di nav wan de Sê serbazên Tirkî jî, hene.

Rewangeha Surî a mafên mirovî ragehandiye , teqînek  bihêz li bajarokê Siluk li başurê Girêspî li gundewarên Reqayê, ku di jêr kontrola hêzên Tirkî û grupên çekdar ên biser ve de ye, rû da.

Teqîn bi rêya otombêleke bombekirî bû ye û navendek grupa çekdar a bi navê Ehrar Elşerqiye li wî bajarokî kir armanc .

Ligorî Rewangehê, di teqînê de 7 çekdarên biser Tirkiyê ve, ku dinav wan de serkirdeyek grupa Ehrar Elşerqiye heye , herweha 3 serbazên Tirkiyê jî, hatine kuştin, û hejmarek jî, bi giranî birîndar bûn e.

 Her evro wezareta bergirya Tirkiyê jî kûştina sê serbazên xwe piştrast kir.