Rêvebirê nû yê Polîsa Hewlêrê dest bikar kir

Di rêûresmekê de û bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê û hejmarek ji perlemanter û berpirsên îdarî û efserên polîs, Emîd Dilêr Necar wek Rêvebirê Polîsa Hewlêrê yê nû dest bikar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di rêûresmekê de û bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê û hejmarek ji perlemanter û berpirsên îdarî û efserên polîs, Emîd Dilêr Necar wek Rêvebirê Polîsa Hewlêrê yê nû dest bikar kir.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî gotarekê de aşkere kir, rêvebirê berê yê Polîsa Hewlêrê Ebdulxaliq Telhet wek endamê operasyonên Iraqê dest bikar dike.

Parêzgarê Hewlêrê spasiya , rêvebirê berê yê Polîsa Hewlêrê Ebdulxaliq Telhet kir, ku wek rêvebirê polîs roleke wî ya berçav di dabînkirina ewlehî û aramiyê de hebû. Herwiha pîrozbahî li rêvebirê nû Emîd Dilêr Necar kir û daxwaza serkeftinê jê re xwast.

Emîd Dilêr Necar di gotarekê de soz da erkên xwe bicih bike û ewlehî û aramiya Hewlêrê biparêze.

Berî çend rojan, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi fermanekê, Emîd Dilêr Necar wek Rêvebirê Polîsa Hewlêrê destnîşan kiribû.

 

S. B