Lêvegerê bilindê Şîeyan rijte li ser daxwaza xwe ya berê
Ayetullah Elî Sîstanî rêberê bilindê Şîeyan li Îraqê, tekez li ser helwêsta xwe ya berê dike bo derbazbûna Îraqê ji evê kirîza têketîye û daxwaz dike helbijartinên helbijartinên pêşdem bihên encmadan.
K24- Hewlêr

Lêvegerê Şîeyên Îraqê ragehand, baştirîn çareser bo derbazbûna Îraqê ji evê rewşa çeqî ya niha encamdana helbijartinên pêşdem e.
Evro sipêdeyê careka din xwenîşandan li piranîya parêzgehên Îraqê destplkir û rêyên serke hatin daxistin. Hevdem baregeha Hizba Bizava Wefa jî li Kofe hat şewitandin.
Li Bexdayê jî, rê ya Mehemed Qasim, Pira Nehze û rêyên nêzîk benzînxanya Geylan daxistine.
Li gor zanîyarîyan hêzên ewlekarîyê bi gaza hêsiran û bombên dengî hewl didin xwenîşanderan belav bikin. Heya niha jî zêdetir ji 14 xwenîşader li Bexdayî birîndar bûne.
Ev didemekê de ye, ku sube Dûşembîyê, 20/1/2020 ew molet dawî dihêt, ewa ji alîyê xwenîşanderên Nasirîye dayîne hikumeta Îraqê.