Li rojavayê Kurdistanê alozî di navbera hêzên Emerîka û polîsên serbazî yên Rûsiyê de derket
Li gundekî Girkê Legê, alozî di navbera hêzên Emerîka û polîsên serbazî yên Rûsiyê de derketîye
K24- Hewlêr
Li gundekî Girkê Legê, alozî di navbera hêzên Emerîka û polîsên serbazî yên Rûsiyê de derketîye
Nûçegehanê Kurdistan 24 ragehand, li gundê Mistefawîyê, ser bi bajarokê Girkê Legê, hêzên Emerîka êrîşî polîsên serbazî yên Rûsiyê kirine û alozî di navbera wan de derketîye.
Her evro jî, hêzên Emerîkî li gundê Xana Serê yê ser bi Dêrika rojavayê Kurdistanê ve bi çar otomobîlên serbazî bicih bibûn, û rêbendek li ser rêya giştî danîbûn.
Dohî, dema ku hêzên Emerîka ji Dêrikê berev Girkê Legê ve diçûn û polîsên serbazî yên Rûsiyê ji Girkê Legê berev Dêrikê ve diçûn, li gundê Gir Qehfik yê ser bi bajarokê Girkê Legê ve gehiştin hev û herdû alîyan rê nedan hev ku derbaz bibin û bû sedma wê yekê ku rêya Dêrik û Girkê Legê zêdetirî demjimêrekî girtî bimîne.