Koryaya Başûr alîkariyê bi koçberên li Herêma Kurdistanê ne re dike

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Koryaya Başûr bi riya nûnertiya xwe ya li Hewlêrê re, birê 300 hezar Dolar wek alîkariyeke mirovî pêşkêşî koçber û penaberên dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Koryaya Başûr bi riya nûnertiya xwe ya li Hewlêrê re, birê 300 hezar Dolar wek alîkariyeke mirovî pêşkêşî koçber û penaberên dike.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, wî bi Konsolê Koryaya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin re protokoleke taybet bi alîkariyan îmze kir.

Diyar kir jî, li gor protokolê Koryaya Başûr birê 300 hezar Dolar alîkariyê bi koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ne re dike û beşek ji wê hevkariyê jî kelûpelên Zivistanê dibin.

 

S. B