Karên 33 kompanyayên dermanan li Herêma Kurdistanê hatin rawestandin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê biryara girtin û ragirtina kar û çalakiyên 33 kompanyayên derman û pêwîstiyên bijîşkî da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê biryara girtin û ragirtina kar û çalakiyên 33 kompanyayên derman û pêwîstiyên bijîşkî da.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, Wezareta Tenduristiyê, di duyemîn qonaxa çaksaziya di warê derman û pêşwîstiyên bijîşkî de û ji ber pabendnebûna wan bi rênima û pîverên nû yên molet û komkirinê de, biryara ragirtina kar û çelakiyên 33 kompanyayên derman û pêwîstiyên bijîşkî li Herêma Kurdistanê da.

Amaje bi wê da, ev biryar palpişt e bi biryarên Serokatiya Encûmena Wezîran û nivîsa Serokatiya Dozgerê Giştî ya taybet bi derman û pêwîstiyên bijîşkî.

Da zanîn jî, ji bo berjewendiyên giştî, Wezareta Tenduristiyê Rêveberiya Koalîtiya Kontolkirina Cureyên Derman û Pêwîstiyên Bijîşkî, Sendîkaya Dermansazan, dam û dezgehên giştî karta giştî û taybet agahdar dike, ku vê biryarê ji roja derçûna wê de bicih bikin û girêdayî vê biryarê, ti kar û çalakiyan bi wan kompanyayan re nekin.

 

S. B