Bi hezaran jin bi saya fêrgehan dibin xwedî pîşe

Li Diyarbekirê ji bo ku jinên bermalî jî fêrî çêkirina berhemên destan bibin bi dehan fêrgeh hatine vekirin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji bo ku jinên bermalî jî fêrî çêkirina berhemên destan bibin bi dehan fêrgeh hatine vekirin. Jinên ku berhemên cuda cuda bi keda destan çêdikin li bazaran difiroşin û debara malbata xwe dikin.

Fêrgeheke di bin banê Qeymeqamiya navçeya Rezan a Diyarbekirê de cih digire. Li vê fêrgehê kardestên cûrbecûr tên çêkirin. Bi dehan jin di vê fêrgehê de bêbedel fêrî çêkirina çente, cizdan û berhemên din dibin. Evîndar Yapiştiran dayîka 3 zarokan e. Piştî ku karê xwe yê malê diqedîne tê vê fêrgehê û fêrî çêkirina berhemên kardestî dibe. Evîndar Yapiştiran dibêje; li şûna ku ew li malê dema xwe vala derbas bike; li vê fêrgehê fêrî pîşeyekê dibe.

Fêrxwaz Evîndar Yapiştiran ji K24ê re dibêje: "Ez dayîka 3 zarokan me. Ez têm li vê derê dixwazim ku fêrî çêkirina çente û cizdanan bibim. Em van tiştan wekî diyarî didin hevalên xwe û em dikarin bifiroşin jî. Mirov li mal aciz dibe, hema her roj heman kar heye li mal. Mirov dixwaze ku derkeve derve û ji bo xwe çalakiyên civakî bike û fêrî tiştên nû bibe."

Li gorî ragihandina rêveberên fêrgehê, 700 fêrxwaz li vê derê fêrî pîşeyên cuda dibin. Hemû pêdiviyên fêrgehê ji aliyê qeymeqamiyê ve tên dabînkirin. Fêrxwaz, ji çermî çente, cizdan, qilifên telefonan û berhemên cuda çêdikin. Çîgdem Karaaslan jî fêrxwaz e û dibêje; ew li vê derê hem hînî karên destan dibin û hem jî ji stresê dûr dikevin.

Fêrxwaz Çigdem Karaaslan dibêje: "Ev der ji bo me wekî navendeke terapîyê ye. Eh hem bi hevalên xwe re sohbete dikin û hem jî fêrî karên destan dibin. Bi vê yekê em ji xwe re deriyên debarê jî vedikin. Divê jin bi xwe bawer bin û dema xwe vala derbas nekin."

Hin fêrxwaz piştî ku fêrî çêkirina berhemên kardestan bûn yan li malên xwe yan jî yan jî li dikanên ku vedikin van berheman çêdikin û bi firotina wan debara malbatên xwe dikin. Nesîbe Yaşar jî mamosteya fêrgehê ye û dibêje; ew li vê derê makîneyan bikarnaînin, her tiştî bi destî çêdikin.

Fêrkar Nesîbe Yaşar diyar kir: "Ev berhem bi destan tên çêkirin, makîneya me tine ye. Civata me gerim e, fêrxwaz hevdu nas dikin û fêrî pîşeyekê dibin û berhemên xwe difiroşin."

Li Diyarbekirê bi dehan fêrgehên ser bi şaredarî û qeymeqamiyan ve hene û di van fêrgehan de bi hezaran kes fêrî pîşeyên cuda dibin. Bi taybetî jinên ku nexwendî bi saya van fêrgehan dibin xwedî kar. Hêvî û daxwaza jinan ew e ku li bajêr hejmara fêrgehan werin zêdekirin û bêhtir kes jê sûdê werbigirin.