Berpirsê gaz û petrolê yê DAIŞê li Dêrazorê hat kuştin
Artêşa Amerîka ragihand, di operasyoneke taybet de û bi beşdariya HSDê, berpirsê gaz û petrolê yê DAIŞê Ebû Werd El Iraqî li Dêrazorê hat kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Amerîka ragihand, di operasyoneke taybet de û bi beşdariya HSDê, berpirsê gaz û petrolê yê DAIŞê Ebû Werd El Iraqî li Dêrazorê hat kuştin.
Peyvdarê Operasyona “Çareseriya Rîşeyî” Kolonel Myles Caggins ji tora “CNN” re ragihand, Ebû Werd El Iraqî ji demeke dirêj ve yek mezintirîn serkirdeyên DAIŞê ye û berpirsê dahatên gaz û petrolê ên DAIŞê bû.
Da zanîn jî, operasyona kuştina vî berpirsê mezin ê DAIŞê di roja 15ê vê mehê bû bi beşdariya HSDê birêve çûbû.
Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê şeva bûrî ragihandibû, berpirsê gaz û petrolê yê DAIŞê û berpirsê êrîşên li navçeyê Ebû Werd El Iraqî li Dêrazorê hat kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kiribû, yekîneyên Dijeterorê yên HSDê operasyoneke leşkerî kirin û di encama pevçûnan de Ebû Werd El Iraqî û kesekî din ku nehat naskirin hatin kuştin.
Hêzên Amerîkî piştî vekişîna ji hin navçeyên Rojavayê Firatê, Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû, hêzên Amerîkî dê ji bo parastina kêlgehên petrolê li parêzgehên Heseke û Dêrazorê bimînin.
S. B