Wezîrê berevanîya Îtalîyayê gehişte Hewlêr

Di dema 25 rojan de, bo cara dûyem wezîrê berevanîya Îtalîyayê, Lorînzo Giwîrînî bi serdanekê gehişte Hewlêrê û li firokexane ya nêvdewletî ya Hewlêrê ji alîyê wezîrê Pêşmerge yê hikumeta Herêma Kurdistanê, Şoriş Îsmayîl û hejmareke berpirsên sîyasî û serbazîyên Herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

K24- Hewlêr

Îtalîya yek ji wan welatên ji alîyê locistî ve alîkarîya hêzên Pêşmerge ya Kurdistanê dike û pişikdare li piroje yên rahînana Pêşmerge.

Ev serdana wezîrê berevanî ya Îtalîyayê piştî wê yekê dihêt ku li 17 ya kanûna yekem 2019 serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel  serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî civîya bû.

Di wê civîna yekem de, wezîrê berevanîya Îtalîyayê amaje bi peywendîyên dîrokî di navbera Îtalîyayê û Herêma Kurdistanê kir û got:  xweşhalîn bi peywednî û hevahengî ya me ya bihêz li gel hêza Pêşmerge û statîşa qurabanîyên Pêşmerge dikîn li şerê dijî terorê de.

Got jî: gefa terorê li Îraqê hêj her maye, lew Îtalîya wek endameka kara ya Hevpeyamanîya Nêvdewletî li şerê dijî Daişê dê berdewam be û hereweha li alîkarîkirina hêza Pêşmerge.

 Ragehand jî, di meha dahatî de, Kanûna Yekem pişikdarî û pabendbûna xwe li şerê dijî Daişê û alîkarîya Pêşmerge careka din dê nû bikîn, çunku bo rûbirûbûna terorê hêj me gelek kar maye ku bi hev re encam bidîn.