Parlemantoya Kurdistanê, encamên civînên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dike
Parlemantoya Kurdistanê , encamên civînên Hewlêr û Bexdayê derbarê pirsên Neft û budceya 2020an gotûbêj dike.
K24- Hewlêr
Parlemantoya Kurdistanê , encamên civînên Hewlêr û Bexdayê derbarê pirsên Neft û budceya 2020an gotûbêj dike.
Ligorî wê bangêştnameya desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê ji bo parlemnteran şandiye, biryar e roja Pêncşemiyê Parlemento liser du teweran bicive. Di bernameya kar de amaje hatiye kirin, ku tewera yekem a civînê, derencamên civînên Hewlêr û Bexdayê derbarê proje budceya 2020an û pirsa neftê, bi amadebuna şanda danûstandkar a hikûmeta herêma Kurdistanê ye.
Herweha, biryar e di civînê de, bîrokeya damezrandina navendeke şêwrî bo wan zarokên xwedî pîdiviyên taybet û nexweşiyên demdirêj , were gengeşe kirin.