Dawudoglu: Girtina Selahaddîn Demirtaş rast nîye û pêwist e were azadkirin

Serokê Partiya Paşerojê Ehmed Dawudoglu got: Girtina Selahaddîn Demirtaş rast nabîn in û pêwist e were serbest berdan.

K24- Hewlêr

Serokê Partiya Paşerojê Ehmed Dawudoglu got: Girtina Selahaddîn Demirtaş rast nabîn in û pêwist e were serbest berdan.

Ehmed Davudoglu, AKP bi zimanek tund rexnekir û da zanîn: Partiya, ku ji aliyê yek kesî ve tê rêvebirin, her roj dihele. Ew ji destpêkê ve, li dijî kontrola yêk kesî ye û li dij jî, derdiket.

Jiber vê yekê, ew ji partiyê hate dûrxistin.

Serokê Partiya Paşerojê di derbarê HDP de jî got: Ew amade ne, ku ligel her partiyek fermî danûstandinan bike. HDP Partiya vî welatî ye û xebata sîyasî dike.

Ew rast nabîn in, ku di seri de Selahaddîn Demirtaş û hemû sîyasetmedarên din jî, ji ber ramanên xwe, di zîndanê de bimîn in.

Dawudoglu da zanîn, wan jî şaştî kirin e û dikarin lêborîna xwe bixwezin. Lê HDP, di dema Xendekan de, dikarî destûr nedaba xerabkarîyê. Ew jî pêwist e, xwe rexne bikin.