Şer di navbeyna HSD û komeka çekdar de derket

Li gundewarê Dêrazorê şer di navbeyna hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û komeka çekdar de derket.

K24- Hewlêr

Li gundewarê Dêrazorê şer di navbeyna hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û komeka çekdar de derket.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kiriye, li gundê Bsêre yê rojhilatê Dêrazorê şer di navbeyna şervanên HSD û komeke çekdar ya nenas de derket, ku dibe çekdarên DAIŞê bin.

Ligor Rewangehê hejmarek ambûlans ji bo cihê bûyerê hatine veguhestin, lê ziyanên wî şerî hîn, nehatine zanîn.

Rewangehê belav jî kiriye, di 2 êrîşan de li gundê Zîban ê Dêrazorê 2 şervanên HSD canê xwe jidest dan e.