Karvedanên ser konferansa Berlînê ya ser kirîza lîbyayê
Ji bo bidawîkirin a şerê navxweyî û çareserkirina qeyrana siyasî ya Libyayê, bi beşdariya 12 welatê,n ku Neteweyên Yekgirtî û çar rêxistinên navneteweyî jî di nav wan de, Konferansa Berlînê hate lidar xistin.
K24- Enqere
Ji bo bidawîkirin a şerê navxweyî û çareserkirina qeyrana siyasî ya Libyayê, bi beşdariya 12 welatê,n ku Neteweyên Yekgirtî û çar rêxistinên navneteweyî jî di nav wan de, Konferansa Berlînê hate lidar xistin. Niha, wekî di qada navneteweyî de, di Parlamentoya Tirkiye de jî, encamên Konferansa Berlînê tên meraq kirin. Parlamenteran ragihand, ew bi guman in, ku proseya Libyayê jî, bibe wekî ya Sûriye û hewceye Tirkiye, ji meseleya Sûriye dersekê derxê. Parlamenteran got; hewce ye Tirkiye dev ji dîplomasiyê bernede.
Ji bo li Libyayê agirbesta mayinde bê ragihandin û ji bo aştiyeke mayinde bê peyda kirin li Berlîna Elmanyayê konferansek hate sazkirin û ev konferansa ku bi awayekî erênî bi dawî bû jî di qada navneteweyî de hêviyek derxist hole. Hat daxwaz kirin encamnameya konferansa wek Proseya Berlînê hatiye binavkirin demildest werê cibicîh kirin. Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin Jî ragihand dîplomasiya xurt ya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di proseya Libyayê de Tirkiye kiriye aktoreke sereke. Di parlamentoya Tirkiyeyê de jî parlamenteran bal kişand ser maseya ku di konferansê de Hafter jî li ser rûniştiye. Parlamenterê CHPê yê Enqerê Servet Unsal amaje kir; di mijara Libayayê de li pêşiya Tirkiyeyê mînaka Sûriyê heye. Unsal got; heta niha Tirkiyeya ku li Sûriyeyê çareseriyeke serbazî digeriye niha têketiye nav têkiliyeke dîplomatîk û bi bîr xist ku dê li Libyayê jî kêşe bi rêya dîplomasiyê werin çareser kirin. Unsal teqez kir; pêwistiya Tirkiyeyê jî bi aştiya navneteweyî heye.
Servet Unsal (parlamenterê CHPê yê) dibêje: "Bi şer tu kes naçe tu deveran. Çi bibe bila bibe pêwîstiya vî welatî bi aştiyê heye û pêwîstiya wê bi têkiliyên dîplomatîk heye. Dema îroyîn de ev yek kirin jî. Lê divê mirov vê pirsê jî bike ku bê çiqas zirar dan welat."
Dîplomat û parlamenterê serbixwe Ozturk Yilmaz jî îddîa kir proseya Libayayê jî wek proseya Sûriyeyê derbasî qonaxeke din buye. Yilmaz got beriya niha jî bo dabînkirina agirbest û îstîkrara Sûriyeyê proseyek hatiye dest pê kirin lê belê ev yek neçuye serî. Yılmaz daxuyand; ew bi fikare proseya Libyayê jî bibe wek proseya Sûriyeyê.
Ozturk Yilmaz (dîplomat û parlamenterê serbixwe) got:"Rêkeftinên ku Tirkiye bi Libyayê re kirine rast in lê ger piştî vê saetê bo aliyên şer dikin, Tirkiye bikeve nav hewldaneke transfera cîhadîstan dê ev ji proseya Sûriyeyê zêdetir zirarê bide Tirkiye. Ez dixwazim di vê mijarê de hişyariyekê bidim. Talûkeya herî mezin ew e, ev fikr li Tirkiyeyê serdest bibe û Tirkiye jî têkevê bin zextan."
Parlamenteran daxwaz kir wek di lûtkeya Berlînê de biryar hatiye wergirtin di bin banê Neteweyên Yekbuyî de ji bol i Libyayê koordînasyonê bide meşandin demildest Komîteya Çavdêriya Navneteweyî bê ava kirin.