li gundê Hesarê şopa Cegerxwîn dimîne

Di sedsala 20ê de yek ji helbestkarên herî xurt ê nunertiya helbesta neteweyî ya Kurd kiri ye helbestkarê nemir Cegerxwîn e. Cegerxwîn ji gundê Hesarê ya Kercewsa Êlihê ye ku li gundê wî li pey wî xaniyê wî yê nîvruxiyayî û biraziyê wî yê helbestkar ma ye.

K24- Hesar-Kercews-Elih-Amed

Di sedsala 20ê de yek ji helbestkarên herî xurt ê nunertiya helbesta neteweyî ya Kurd kiri ye helbestkarê nemir Cegerxwîn e. Cegerxwîn ji gundê Hesarê ya Kercewsa Êlihê ye ku li gundê wî li pey wî xaniyê wî yê nîvruxiyayî û biraziyê wî yê helbestkar ma ye.

Gundê Hesarê ya Kercews a Êlihê. Helbestkarek nemir derxistî ye ku di hişmendiya neteweyî ya Kurdan de helbest ciheke girîng digire. Di sedsala 20ê de di vî warî de yek ji nunerên helbesta neteweyî jî Helbestkarê Cegerxwîn e ku ji gundê Hesarê ye. Navê wî yê rastî Mele Şêxmûs e lê wî ji helbestkariya xwe re navê "Cegerxwîn" neqandî ye. Cegerxwîn di sala 1903an de di vî xaniyê nîvruxiyayî de hatiye dinê. Biraziyê Cegerxwîn Hacî Mihemed Emîn amaje dike ew gelek xemgînin li bîranînên Cegerxwîn xwedî nayê derketin û ew serbilind in kesayetek wek Cegerxwîn binirx ji gundê wan derketî ye.

Hacî Mihemed Emîn (biraziyê Cegerxwîn) got:"Cegerxwîn wefat kir û çû lê di dilê wî de ma. Digot wê kengî ev Kurdistan çêbê. Di mala xwe de divê herkes bi Kurdî biaxife. Zelamek wek Cegerxwîn rabû ji bo welatê xwe, divê neye ji bîrkirin. Li Dinyayê herkesek zimanê wan heye, yê tirk û ereb û eceman heye lê yê me hatiye qedexekirin."

Piştî Mele Şêxmus ango Cegerxwîn demeke dirêj ji gundê Hesarê helbestkar derneketine û dengê helbestê bilind nebûye. Niha dîsa hêdî hêdî şop û bandora Cegerxwîn li gundê Hesarê xwe dide der. Yek ji biraziyên Cegerxwîn ku navê wî lê kirine Şêxmusê Hesarî jî dest bi nivîsîna helbestan kiriye û dixwaze bi awayeke mayînde helbestan binivîse û pirtukek a helbestan derbixe.

Şêxmusê Hesarî (helbestkar, biraziyê Cegerxwîn) dibêje:"Piştî ez mezin bûm, min fêm kir ku navê seydayê Cegerxwîn li min kirine, piştî min nêrî Seydayê Cegerxwîn dibê gundiyê me,pismamê me, min li ser jiyana wî lêkolîn kir û min dît ku helbestan dinivîse. Ji ber wê yekê min got ezê jî helbestan binivîsim."

Xaniyê helbestkarê Nemir Cegerxwîn li gundê Hesarê ber bi ruxînê ve diçe. Bang tê kirin ku li hemu mirat û bîranînên Cegerxwîn xwedî were derketin û di heman demê de jî wek nînaeya rêzgirtinê li gundê Hesarê her sal bi navê Cegerxwîn mîhrîcanên helbestê werin li darxistin.