Tirkiye û grûpên çekdar Girêspî topbaran kirin
Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên biser ve gundewarên Girê Spî topbaran dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên biser ve gundewarên Girê Spî topbaran dikin.
Medyayên girêdayî HSDê belavkirin e, ku vê êvarê, Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên Sûrî yên biser ve, gundê Xirbit Beqer ê li gundewarê bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê , bi top û mûşekan topbaran kir.
Ligor wan jêderan, her îro artêşa Tirkiyê û grupên çekdar Sayloya Cihbel a liser riya M4 li nêzîkî bajarokê Eyn Îsayê dan ber topan.
C.B