Berî 74 salan Komara Kurdistanê li Mahabadê hat damezirandin
Berî 74 san û di 22 Çileya 1946 li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî li meydana Çarçira ya Mehabadê Komara Kurdistanê ragihandibûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî 74 san û di 22 Çileya 1946 li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî li meydana Çarçira ya Mehabadê Komara Kurdistanê ragihandibûn.
Komara Kurdistanê, di 22'yê Çileya 1946'an de bi beşdariya Mela Mustefa Barzanî hatibû damezirandin. Piştî nakokî û vekişîna Yekîtiya Soviyetan di 9'ê Gulana 1946'an de, di 27'ê Berçile 1946'an de Artêşa Îranê Mahabad dagir kir û dawî li Komara Mahabadê ya Kurdistanê anî.
Temenê Komara Kurdistanê tenê 11 meh bû, piştî vekişîna hêzên Sovyetê ji Îranê, artêşa wê demê ya Îranê êrişî Kurdistanê kir û Komara Kurdistanê jî hilweşiya.
3 meh piştî hilweşîna Komara Mahabadê, di 31'ê Adara 1947'an de Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed ligel hevalên li Qada Çarçirayê hatin darvekirin.
Bi darvekirina pesewa Qazî Mihemed dawî li xewna Kurdistanê nehat, Ala Kurdistanê radestî Barzaniyê hate kirin, ji bo li her perçeyeke Kurdistanê heger derfet hebû, serxwebûn bê ragihandin. Niha jî Ala Kurdistanê di destekî emîn de ye û wî jî xewna mezin zindî hîştiye.