Serok Barzanî ligel hejmarek ji nûnerên parêzgeha Neynewa civiya
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek ji nûnerên Parêzgeha Nînowa yên li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek ji nûnerên Parêzgeha Nînowa yên li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku Dr. Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê jî amade bû, rewşa bajarê Musil û navçeyên cûda cûdayên Parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya koçberan û karkirina ji bo vegerandina xelkê navçeyên azadkirî guftûgo kirin.
Di beşekî din a vê hevdîtinê de şanda mîhvan Serok Barzanî ji kêşe û girift û daxwaziyên pêkhatan agahdar kirin û ragihandin ku nîştecihên Parêzgeha Nînowa çavê wan li wê yekê ye ku Serok Barzanî hewla çareserkirina kêşeyên wan bide.
Her di vê civînê de qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên DAIŞê de bilind nirxandin û tekez li ser kûrtir kirina bingehên pêkvejiyana pêkhatên olî û neteweyiyên Parêzgeha Nînowa kirin.
S. B