Nêçîrvan Barzanî bi cuda bi Serokê Efganistan û Serokê Azirbeycanê re civiya
Di dirêjahiya hevdîtinên xwe yên di roja duyem a Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî cuda, bi Serokê Efganistanê Eşref Xenî û Serokê Azirbeycanê Îlham Eliyêf civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 21.1.2020an karên 50emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê destpê kir, ku tê de 224 panel û hevdîtin û civînên fermî encam didin û 774 beşdar jî gotaran pêşkêş dikin, yan di panelan de amade dibin.
Li Davosê, îsal 7 pirsên cîhanî tên guftûgokirin, germbûna zemînê, sedemên şewitandina beşek ji daristanên Austiralya û Amazonê, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê girîngtirîn pirsên Korbandê dibin.
Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê, ji aliyê Klaus Schwab ve di sala 1971an hat damezirandin û salane birêve diçe.
S. B