Civata Wezîrên herêma Kurdistanê peyrewa navxweyî ya (Cîbicîkirina pîşeya jimêryarî û hûrbîniyê li herêma Kurdistan- Îraq pejirand.
Îro, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûn a cîgirê wî Qubad Talabanî, civîna xwe ya asayî encam da.
K24- Hewlêr
Îro, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûn a cîgirê wî Qubad Talabanî, civîna xwe ya asayî encam da.
Di destpêka civînê de, projeya peyrewa Cîbicîkirina pîşeya jimêryarî û hûrbîniyê li herêma Kurdistan- Îraq hate pêşkêş kirin, taybet pîşeya jimêryariya yasayî, ku karê wê hûrbîniya, di budceya kompaniyan de dike, bi mebesta rêkxistina bacê de.
Serokê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir, wekî beşek ji hêlên giştî yên Kabîneya 9em a hikûmeta Herêma Kurdistanê û çaksazî di dahatan de û ji bo rêgirtin ji xwedizîna ji dan a bac û resmên gumrukê, ku beşekî dahata giştî pêk tîn e, herwiha di çarçoveya gihiştina fermangeha bac û gumrukê bi zanyariyên durist, derbarê dahatên projeyên bacder, pêwîst e damûdezgehên hikûmetê û kompaniyên kerta taybet, bi şêweyekî pêşeyane û di çarçoveya yasa û rênimayan de û hûrbîniyên temam di jimêryariyê de were kirin. Ew jî, bi hemahengî ligel Wezareta darayî û aborî, di çarçoveya hêsankariyên di karûbarê bacan de.
Herwiha peymangeha bilind a pêgihandina jimêryarî û hûrbîniyan jî, bixine ser wezareta xwendina bilind, bo pêgihandina bi şêwazekî akademî û ligor pêverên zanistî. Piştî danûstandin li ser vê projeyê, bi tevahiya dengan hate pejirandin.
Civata Wezîran di birgeyeke din a civînê de, tekezî li ser bikaranîna mulk û malên dewletê û otomobîlên hikûmetê, di çarçoveya yasayê û rênimayên heyî hate kirin, ku bi şêweyekî di xizmeta berjewendiya giştî de be.