Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Yawer Namiq Salim

Serok Mesûd Barzanî, peyameka serexweîşyê araste ya malbata Yawer Namiq Salim kir.

K24- Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî, peyameka serexweîşyê araste ya malbata Yawer Namiq Salim kir.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata Yawer Namiq Salim.

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Yawer Namiq Salim birayê têkoşerê gelê me xwedê jêrazî Cewher Namiq Salim gihîşt me. Serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we yên azîz û tevahiya kesukar û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.01.2020