Serok Mesûd Barzanî ligel Parêzgerê Musenna û şandeke ligel civiya
Îro, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Ehmed Menfî Cewde Parêzgerê Musenna û şandek li gel kir.
K24- Hewlêr
Îro, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Ehmed Menfî Cewde Parêzgerê Musenna û şandek li gel kir.
Di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî, pêşhat û pêşketinên dawî yên Iraqê hatin nirxandin. Herwiha Parêzgerê Musenna spasiya helwest û xemxoriya Serok Barzanî ya li ser qeyranên Iraqê û her wiha yarmetîdan a Parêzgehên Başûrê Iraqê kir û ragihand, ku xelkê Semawe û Parêzgeha Musenna sozekî taybetî ji bo Serok Barzanî heye.
Her di vê civînê de, şand a mêvan ji bilî balkişandina liser rewşa nebaş a siyasî ya Iraqê daxwaz kirin, ku ji bo çareserkirina wê qeyrana kûr a ku niha li Iraqê heye, Serok Barzanî rola xwe hebe.