The Economist Rapora Demokrasiyê ya 2019an weşand
Tirkiye di rêzbendiyê de, bi 4,09 xalan di rêza 110an de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara The Economist “Rapora Pîvanên Demokrasiyê 2019” weşand. Di raporê de 167 welat hatine şopandin. Welatên Iskandinavya rêzên yekem ên serkeftiyên demokrasiyê, welatên serdestên Kurdistanê di rêzên dawî de cîh girtin.
Pîvandina ast a demokrasiyê liser 10 xalan hatiye kirin: Norweç bi 9,87 xalan, Izlanda bi 9,58, Swêd bi 9,39 xalan di rêzên pêş ên lêkolînê de ne.
Welatên dawî di rêzbendiyê de: Çad 1,61, Sûriye 1,43, Komara Kongo 1,13 û Korya Başûr 1,08 in.
Tirkiye di rêzbendiyê de, bi 4,09 xalan di rêza 110an de ye.
C.B