Rahênankirina hêza Pêşmerge ji aliyê Hevpeymanan ve destpê kir

Fermandarê navenda rahênankirinê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, ti cihekî wek Herêma Kurdistanê zemîna libar ji hevpeymanan re peyda nekiriye ji bo karê xwe encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê navenda rahênankirinê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, ti cihekî wek Herêma Kurdistanê zemîna libar ji hevpeymanan re peyda nekiriye ji bo karê xwe encam bide.

Di rêûresmekê de Berpirsê Navenda Hewlêrê ya Rahênankirin û Hevahengiyê (KTCC) Kolonel Guiseppe Levato piştî 7 mehan, erkê xwe bidawî kir û fermandarekî din cihê wî girt.

Berpirsê Navenda Rahênanê ya Hevpeymaniya Nvadewetî General Paolo Attilio di rêûresmê de got: Spas ji berpirsên Herêma Kurdistanê re, ku baştirîn rewş amade kirine, ta hêzên Hevpeymanan erkên xwe bicih bikin. Navenda Kurdistan bo Rahênan û Hevahengiyê, rahênanê bi hêzên Pêşmerge û Zêrevan dike, dikarim bibêjim, ev serkeftîtirîn navenda hepeymanên me bû.”

Berpirsê Navenda Hewlêrê ya Rahênankirin û Hevahengiyê Kolonel Guiseppe Levato ji K24ê re ragihand, tevahiya rahênankirina bi hêza Pêşmerge destpê kiriye û hêzên wan jî heta demeke nediyar li Kurdistanê dimînin.

Ji aliyê xw ve, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di rêûresmê de gotarek pêşkêş û red kir, ku bi ci awayekî razî bin, hêzên hevpeymanan ji Iraqê vekişin.

Berdewamiya çalakiyên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di demekê de ye, şepêleke bihêz li Iraqê heye, behsa bidawîkirina serdema Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dike, lê Herêma Kurdistanê bi her awayekî wê yek red dike.

 

 

S. B