HDP, kadroyên “Komara Demokratîk” amade dike

Cigirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratik a Gelan HDP dibêje: Ew kadroyên, ku Komara Demokratik ava bikin, amade dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigirê Hevserokê Giştî yê  Partiya Demokratik a Gelan HDP dibêje: Ew kadroyên,  ku Komara Demokratik ava bikin, amade dikin.

Cigirê Hevserokê Giştî yê HDPê Alican Onlu daxûyaniyek da û got: Me hizrek berfiereh heye, lê rêxistinek mezin hîn jî, nîn e. Em dê, kadroyên Komara Demokratîk û Tirkiyebûnê amade bikin, ku di siberojê de, li Tirkiye bibin desthilatdar.

Onlu herweha got: HDP ne partiyek Kurdî ye, lê Mafên gelê Kurd di nav Komara Demokratik de em dê bixin bin mîsogeriyê, ku hêza me ya civakî jî, ji bo vê rastiyê amade ye.

 

 

 

C.B