Mesrûr Barzanî: Nabe pirsgirêkên siyasî bibin rêgir li pêş pêwendiyên werzişî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Werziş û Xortan ê Iraqê Ehmed El Ubeydî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Werziş û Xortan ê Iraqê Ehmed El Ubeydî kir.
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybet di warê werzişê de hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, pêwîst e pirsgirêk û astengiyên siyasî nebin rêgir li pêş bihêzkirina pêwendiyên werzişî yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybet beşdariya zêdetir a Herêma Kurdistanê di çalakiyên werzişî yên Iraqî û navdewletî de.
Wezîrê Werziş û Xortan ê Iraqê amadehiya wezareta xwe bo pêşxistina pêwendiyên werzişî ligel Herêma Kurdistanê û bihêzkirina zêdetir a çalakiyên di wî warî de derbirî.
S. B