Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Werziş û Xortan a Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Werziş û Xortan a Iraqê Dr. Ehmed Riyaz Talib El Ubeydî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Werziş û Xortan a Iraqê Dr. Ehmed Riyaz Talib El Ubeydî kir.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Werziş û Xortan a Iraqê spasiya helwest û hewlên Serok Barzanî kir ji bo kûrkirina kultûra pêkvejiyan û lêborînê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê de.

Her di civînê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî ya Iraqê û herwiha daxwazên xwepêşanderan û nifşê nû û herdu aliyan li wê yekê hevnerîn bûn, ku pêwîst e piştevanî li daxwazên gencan û nifşê nû bê kirin û kar ji bo pêşxistina rewşa gencan û werzişê li Iraq û Herêma Kurdistanê bê kirin.

 

S. B