Xwenîşanderên Kurd rêveberîya Perwedeya Kerkûkê hêkbaran kirin

Derçûyên zanîngeh û peymangehan li Kerkûkê hêriş kirin ser rêveberîya perwerdeyê.

K24- Hewlêr

Derçûyên zanîngeh û peymangehan li Kerkûkê hêriş kirin ser rêveberîya perwerdeyê.

Nûçegehanê Kurdistan 24 ê got: Evro derçûyên zanîngeh û peymangehan li pêş rêveberîya perwerde ya Kerkûkê xwenîşandanek li dijî nedadperweryê di dabeşkirina pileyên damezirandinê de li darxistin û bi hêkan hêriş kirin ser wê rêveberîyê û alozî di navbera xwenîşander û hêzên ewlehîyê de durist bû.

Zêdetir ji 2 hezar û 800 pileyên damezirandinê bo perwedeya Kerkûkê hatîne danan, lê rêveberîya perwerde ya Kerkûkê ku ji netewe ya  Erebe, zêdetir ji hzar û pênc ji wan pileyên damezirandinê dane pêkhate ya Ereb û kêmtir ji hzar pileyên damezirandinê dane Kurd û Turkmanan.