Nêçîrvan Barzanî: Hewil didîn rewşa Îraqê asayî bikîn

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di dema pişikdarîyê xwe de li panêlekê derbarê rewşa Îraqê, ragehand: Em nekarîn xwe ji Îraqê cuda bikîn û em pişkekîn ji Îraqê.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di dema pişikdarîyê xwe de li panêlekê  derbarê rewşa Îraqê, ragehand: Em nekarîn xwe ji Îraqê cuda bikîn û em pişkekîn  ji Îraqê.

Nêçîrvan Barzanî, got: Niha neweyek nû hatîye ku mandîye û hest dike desthelat nekare pêdivên vê serdemê ji wan re dabîn bike.

 Got jî: Çar sal carekê helbijartin birêve diçin û ev neweyê nû  pişikdarîyê di wan helbijartinan de dikin, lê di encam de, ewên di helbijartinan de derdikevin li gor vîyana wan nîne.

Behsa wê yekê jî kir, rewşa Îraqê cudaye ji qonaxa berî destpêkirina xwenîşandanan li yekê Oktoberê, niha rewşek dîye û êdî rewş navegerê qonaxa berê.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz jî kir, Îraqî di nav xwe de gengeşe ya arêşeyan bikin û hewil bidin

Wan arîşeyan çareser bikin.

Xuya jî kir, rola Herêma Kurdistanê di nav evê rewşê de, ew ky kar dike bo asayîkirina rewşê û li gel Bexdayê li ser xîçêye bo çaresrkirina arêşeyan.

 

 Derbarê hebûna hêzên Emerîkayê li Îraqê, Nêçîrvan Barzanî ragehand: Pirsa gefên terorê li Îraqê cidîye û li sala 2014 li ser daxwaza Bexdayê ev hêz hatîne di Îraqê de.

 Got jî: Erkê hêzên Emerîkayê rahînane bi hêzên Îraqî û hevkarîkirine di şerê dijî Daişê de û ji evê nerînegê ve, me hebûna wan pê başe û bi pêwîst diznîn hêzên Emerîkayê li Îraqê bimîne û ewa perlemana Îraqê kirî,  bi nerîma me karekê nedurist bû.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya panêlekê de li Davosê ragehand, ku pirsa Sûriyê gelekî aloz e, û da zanîn ku heta niha siyaseta welatên Ewropa û Amerîka derbarê Sûriyê, ne zelal e. Nêçîrvan Barzanî  ragehand jî, ku ew dê piştevaniya Kurdên Sûriya bikin, ji bo gihiştin bi çareseriyeke siyasî, di çarçoveya wî welatî de.