Li Wanê hemû core çalakî hatin qedexekirin
Parêzgariya Wanê hemû cûre çalakî heya 15 rojên din qedexe kirin.
K24- Hewlêr
Parêzgariya Wanê hemû cûre çalakî heya 15 rojên din qedexe kirin.
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihandiye, jiber rewşa ewlehiya bajêr, wan biryar da ye, heya 15 rojên din, çalakiyên wekî, meş, daxûyani, kombûn, şahî û xîvetvedan qedexe ye û divê welatî pabendî biryarê bin.
Li bajarê Wanê ji sala 2016an heta niha, ji bilî çalakiyên AK Partî û MHP her cure çalakiyên sivîl hatine qedexe kirin. Her 15 rojan jî carekê, qedexe tê dirêj kirin.