Demirtaş: Pêwist e siyaset tenê liser xeta tîyorî neyê kirin

Hevserokê Berê yê HDPê Selahaddîn Demirtaş di zindanê de dibêje: Pêwist e siyaset tenê liser xeta tîyorî neyê kirin.

K24- Hewlêr

Hevserokê Berê yê HDPê Selahaddîn Demirtaş di zindanê de dibêje: Pêwist e siyaset tenê liser xeta tîyorî neyê kirin.

Demîrtaş bal dikşîne ser Partiyên İdeolojîk  û diyar dike: Ger Partiyek siyasî xwe liser yên din ferz bike, hevpeymaniyek baş jê dernakeve.

Di heman demê de hin parti hene, ku dibêjin bes kadroyên min, partiya min û hizra min, ji vê nerînê çi encam dernakeve. Helwestek gelek jî, xerab e.

Bi vî awayî hevpeymanî çênabe û bersiva daxwazên gel jî, nade.

HDP bi sîyaseta xwe ji hevpeymanîyan re vekirîye. Pêwist e ev stratejî berdewam be. Ger hevpeymanî neyên avakirin, dê nikaribin, ber bi desthilatdarîyê ve, gav bavêjin.