Nîqaşên li ser "lêpirsîna ewlehîyê" didomin

Li Tirkîyeyê li ser di têketina karên dewletê da şertê lêpirsîna ewlwehîyê nîqaş berdewam dikin. Her çiqas Dadgeha Makezagona Tirkîyeyê vê şertê ku piştî sala 2016an bi ragihandina Rewşa Awarte OHALê ketibe merîyetê betal kiribe jî, hikûmet niha hewl dide ku bi vererastkirinekê vê şertê gelemperî û mayînde bike. Lê belê partîyên mixalefetê, sazîyên civaka sivîl û hiqûqnas bertek nîşan didin û dibêjin ev yek li dijî hiqûq û makezagonê ye.

K24- Enqere

Li Tirkîyeyê li ser di têketina karên dewletê da şertê lêpirsîna ewlwehîyê nîqaş berdewam dikin. Her çiqas Dadgeha Makezagona Tirkîyeyê vê şertê ku piştî sala 2016an bi ragihandina Rewşa Awarte OHALê ketibe merîyetê betal kiribe jî, hikûmet niha hewl dide ku bi vererastkirinekê vê şertê gelemperî û mayînde bike. Lê belê partîyên mixalefetê, sazîyên civaka sivîl û hiqûqnas bertek nîşan didin û dibêjin ev yek li dijî hiqûq û makezagonê ye.

Li Tirkîyeyê berîya hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an ji bo kesên ku karibin bibin karmendê dewletê şertê "lêpirsîna ewlehîyê" tunebû, lê belê piştî hewla derbeyê bi ragihandina Rewşa Awarte OHALê û vir ve ji bo kesên ku bixwazin bibin karmend divê ji "lêpirsîna ewlehîyê" derbas bibin. Lê belê berîya demekî Dadgeha Makezagonê ya Tirkîyeyê bi hinceta ku "mafê jîyana taybet û maf û azadîyên bingehîn tên binpêkirin" di têketina karê dewletê da şertê lêpirsîna ewlehîyê betal kir. Hikûmeta Ak Partîyê her çiqas bi amadehî dike ku bi vererastkirinekê nû şertê lêpirsîna ewlehîyê mayînde bike.

Mixalefet, sazîyên civaka sivîl û hiqûqnas jî bertek nîşan didin û dibêjin divê şertê lêpirsina ewlehîyê û lêkolîna arşîvê ku rayeya kêfî dide hikûmetê û li dijî hiqûq û makezagonê ye bi temamî bê rakirin û mafê kesên mexdûr jî bên îadekirin.

Kerem Altiparmak-Hiqûqnas- dibêje:"Lêpirsîna ewlehîyê li dijî makezagonê ye. Her çiqas bi fermî li Tirkîyeyê rewşa awarte bidawî bûbe jî sepandinên wê dewam dikin. Desthilatdar dixwaze bi rîya lêpirsîna ewlehîyê rewşa awarte mayînde bike û di karûbarên dewletê da rê li ber kesên mixalîf bigre. Bi vî awayî hikûmet merivên xwe li dewletê bicih dike."

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê Ozturk Turkdogan dide zanîn ku hin alîyên netewperest û MHPê zor û zextê didin ser hikûmetê ku politikaya ewlehîyê birêve bibin. Turkdogan dibêje, li Tirkîyeyê pêdivî bi lêpirsîna ewlehîyê nîne.

Ozturk Turkdogan-Hevserokê Komeleya ÎHDê- got:"Di nav dewletê da burokrat û rêveberên netewperest li gel MHPê dixwazin berê hikûmetê bidin polîtîkayên ewlehîyê. Divê Ak Partî proseya 28ê Sibatê jibîr neke û rêz li biryara Dadgeha Makezagonê bigre. Jixwe li Tirkîyeyê hewcedarîyekê wiha jî nîne. Ji loma jî divê hikûmet li pey vererastkirinekê wiha nebe."

Li gorî raporên sazîyên civaka sivîl di proseya dawî da bi hezaran kes tevî ku hemû ezmûnan derbas bûne û mafê karmendîyê bidest xistine jî, ew bi hincetên cuda yên wek navên wan Kurdî ne, yan peywendîyekê wan li gel partî û tevgerên Kurdî hene yan mixalîfê hikûmetê ne rastî astengîya lêpirsîna ewlehîyê hatine û nebûne karmend.