li Dîyarbekirê panelek li ser 74'emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê hat lidarxistin
Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ve bi boneya 74'emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê panelek hat lidarxistin. Di panelê de 74 saliya Komara Kurdistanê hat pîrozkirin.Beşdarên panelê ragihandin kuew Alaya Kurdistanê ku li Mehabadê bilind bûbû îro li Başûrê Kurdistanê li ba dibe û tu caran nakeve erdê.
K24- Amed
Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ve bi boneya 74'emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê panelek hat lidarxistin. Di panelê de 74 saliya Komara Kurdistanê hat pîrozkirin.Beşdarên panelê ragihandin kuew Alaya Kurdistanê ku li Mehabadê bilind bûbû îro li Başûrê Kurdistanê li ba dibe û tu caran nakeve erdê.
Li Diyarbekirêbi boneya 74'emîn salvegera ragihandina Komara Kurdistanê ji aliyê PAK û PSK'ê ve panelek hat lidarxistin. Panelê bi sirûda "Ey Reqîb" dest pê kir. Nivîskar, siyasetmedar, dîrokzan û gelek rewşenbirên Kurd beşdarî panele bûn. Panelîstan amaje kirin ku, Qazî Mihemed û rêhevalên xwe Kurdistan damezrandin û Kurdan tevî bedelên giran tu carî dest ji doza azadiyê bernedan û îro ew Alaya ku li Mabhabadê bilind bûyî hê jî li Başûrê Kurdistanê li ba dibe. Lêkolîner û Nivîskar Seîd Veroj got; di dawiya Şerê Cîhanî de Kurdan derfeteke zêrîn bikaranîn û bi ragihandina Kurdistanê mohra xwe li dîroka Kurdistanê dan.
Seîd Veroj - lêkolîner û nivîskar- got:"Di hevdîtina dawî de Qazî Mihemed ji Serokerkanê Komara Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî re dibêje; pêwîstiya Gelê Kurd bi te heye, ev ez vê Ala Kurdistanê teslîmî te dikim û tu vê alê biparêze ez bawer dikim ku dê kesayetên wekî te siberojê vê alayê li ser wan xaniyên ku em lê werin dadgehkirin û hemû avahiyên Kurdistanê de were daçikandin."
Di dîroka Kurdan de cara yekemîn bû ku Kurdan bi rêxistin û îradeya xwe komarek ragihandibû. Her çiqas 11 mehanserwêriya Komara Kurdistanê berdewam kiribe jîragihandina komarêdi dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Lêkolîner Omer Ozmen jî dibêje; Komara Kurdistanê ne ji ber bêhêzbûna gelê Kurd têk çû, ji ber berjewendiyên Sovyet û Brîtanyayê têk çûye lê dîsa jî Kurdan dest ji doza xwe bernedan.
Omer Ozmen - lêkolîner û nivîskar- got:"Cara yekem miletê Kurd li ser parçeyeke Kurdistanê bûye desthilatdar. Lê mixabin wekî her carî ji ber berjewendiyên hêzên global de dîsa têk çûye. Ango ne ji ber bêhêzbûn û lewazbûna gelê Kurd têk çû, ji ber berjewendiyên Rusya û Îngîlîzan têk çûye. Lêbelê ji berku Ala Kurdistan û Ala rengîn hatiye tescîlkirin di dîroka Kurdistanê de cihê xwe girtiye û ji bo Başûrê Kurdistanê jî bûye referans."
Komara Kurdistanê di 22'yê Berfanbara 1946'an li Qada Çarçira ya Mahabada Rojhilat ji aliyê Serokomar Qazî Mihemed ve hat ragihandin. Komar bi piştgiriya Yekitiya Sovyetê hatibû ragihandin lêbelê piştî ku Sovyet û Îran li hev kirin, artêşa Îranê Rojhilat dagir kir û serok û rêberên Komarê li Qada Çarçira bidarve kirin. Piştî têkçûna Komara Kurdistanê jî Kurdan ti caran dest ji doza azadiya xwe bernedan û ew Alaya ku ji aliyê Serokomar Qazî Mihemed ve radestî Nemir Mele Mistefa Barzanî hatibû kirin îro li başûrê Kurdistanê bi awayeke azad li ba dibe.